Yekîtiya Ewropa bangewazî li Rûsyayê kir

Yekîtiya Ewropa bangewazî li Rûsyayê kir

PeyamaKurd – Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropa (YE) Peter Stano, bersiva pirsa derbarê hevdîtina Erdogan-Pûtîn vegera li peymana dexlê ya Derya Reş da.

Stano, banga rawestandina êrîşên ser benderên Ukraynayê û vegera peymana dexlê li Rûsyayê kir û got, hêviya wan ew e ku Rûsya vegere peymana korîdora dexlê û dawiyê li êrîşên ser wê korîdorê bîne.

Berpirsê Ewropî got: "Rûsya rêya herî hêsan a veguhestina dexlê Ukraynayê asteng dike. Ev nayê qebûlkirin… Êrîşên ser binesaziya benderan û rêyên alternatîf aliyê kirêt ê çalakiyên Rûsyayê nîşan dide. Rûsya bi van êrîşan herwiha dihêle ku nirxê dexlê zêde bibe û qezencê jî bi dest tîne.”

Stano herwiha got, “Em bang li Rûsyayê dikin, ji nû ve beşdarî Hewldana Derya Reş a Dexlê bibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin