Mesrûr Barzanî bi Sêx Mihemed Bin Zayed Al Nehyan re civiya

Mesrûr Barzanî bi Sêx Mihemed Bin Zayed Al Nehyan re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) de bi Cihnişînê Ebû Dabîyê Şêx Mihemed Bin Zayed Al Nehyan re civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 25ê Çileyê 2022yan bi serdaneke fermî gihîşt Îmaratê û bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin. Serokwezîr Barzanî di vê serdana xwe de, bi Cihnişînê Ebû Dabî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehiyan re civiya.

Di civînê de ku Wezîrê Derve û Alîkarê Navdewletî Şêx Ebdullah Bin Zayid û Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Îmaratê Şêx Tehnûn Bin Zayid amade bûn, pêşvebirina pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Îmaratê û proseya siyasî ya li Iraqê û geşedanên deverê bi giştî hat gotûbêjkirin û tekezî li girîngiya bihêzkirina dostayetî û hemahengiya navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Hat ragihandin ku di civînê de bihêzkirina pêwendiyên herdu aliyan û çend babetên din ên têkildarî herdu aliyan hatin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin