PeyamaKurd – Serokwezîrê Fînlandê Sauli Niinisto ji medya welatê xwe re ragihand ku Erdogan garantiya piştevaniya endambûna NATOyê daye wan ku beriya niha li dijî derdiket.
Serokwezîrê Fînlandê ji rojnameya Ilta Sanomat re daye xuyakirin ku di hevdîtina 4ê Nîsanê ya ligel Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan de, garantî nehatiye dayîn, lê di hevdîtina wezîrên derve yên Fînland û Tirkiyê de ku 5ê Gulanê hatibû kirin de, Tirkiyê garantiya piştevanîkirina endamtiya me ya NATOyê daye.
Serokwezîrê Fînlandê herwiha da zanîn ku ew nafikire şaşfahmkirinek di navbera aliyan de hebe, ji bo wê bi caran garantî bo me hate dayîn.
Niinisto, diyar kir ku di nêrîna Fînlandê ya rewşa terorê li Tirkiyê de, zêde ferqek bi endamên din ên NATOyê re nîne û li ser pirsa vekişandina serlêdana endamtiya NATOyê jî got, “Ez nafikirim tiştekî wiha bibe. Li gorî baweriya min wê pirsgirêk çareser bibin, her tim pirsgirêkên wiha hatine çareserkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin