Iraq 11%ê petrola OPEC+ berhem tîne

Iraq 11%ê petrola OPEC+ berhem tîne

PeyamaKurd –Kompaniya Petrolê ya Iraqê (SOMO) ragihand ku ji sedî 11ê petrola rêxistina welatên hinardeya petrolê dikin (OPEC) û OPEC+ ew dikin.

Nûnerê OPECê yê Iraqê Sadun Muhsîn jî ji bo biryara kêmkirina hilberîna petrolê ya OPEC+ rojane bi qasî 2 milyon bermîlan kêfxweşîya xwe aniye ziman û gotiye, ew biryar ji bo hevsengiya bazarên cîhanê xwedî roleke girîng e.

 Muhsîn gotiye, "Koma OPEC+ rojane 43 milyon bermîl petrolê berhem tîne û ji sedî 11ê wê li Iraqê tê hilberandin. Herwiha bi kêmkirina hilberînê jî berhemanîna petrola Iraqê jî kêmtir dibe.”

Hêjayî gotinê ye, welatê çavkaniya herî mezin a petrolê Erebistana Siûdî beriya niha kêmkirina hilberîna petrolê bo bazarên cîhanê ragihandibû û rastî nerazîbûna Amerîka û Ewropayê hatibû.

OPEC+ di navbera rojên 3 – 4ê Kanûnê de dicive û tê çaverêkirin li gorî rewşa bazarê li ser berhemanîna petrolê biryarên nû bide. Niha nirxê petrola brent ji sed dolarî daketiye dorûbera 80-85 dolaran.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin