Serok Barzanî pêswazî li Dominique Mass kir

Serok Barzanî pêswazî li Dominique Mass kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pênçşemê (15.08.2019) li Selaheddîn pêşwaziya Konsûlê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê, Dominique Mass kir.

Konsûlê Fransa salvegera rojbûna Serok Barzanî û 73 saliya damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Serok Barzanî pîroz kir û pîrozbahiya Cejna Qûrbanê lê kir.

Konsûlê Fransî pêzanînên xwe û Hikumeta Fransa ji Serok Barzanî re derbirî ku di çend salên derbasbûyî de hevkar bûne û peywendiyên di navbera Kurdistan û Fransayê de jî bilind nirxand û spasî Hikumeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurdistanê kir.

Mass got ku ew ti carî helwesta Kurdistanê û hevkariyên gelê Kurdistanê ji bîr nake û her li ku be jî Kurdistanê ji bîr nake.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku peywendiya dostaneya di navbera Kurdistan û Fransa peywist bûye bi helwestên girîngên wî welatî beramber gelê Kurdistanê û tekez li ser berdewamî û pêşxistina dostayetiyê kir û hêviya serkeftinê ji bo Konsol Dominique Mass di erkê wî yê nû de xwest.

Di hevdîtinê de pirsa çaresekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hate nirxandin û tekez li ser diyalog û rêyên aştiyane hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin