Jinekê di nav 3 mehan de du zarok anîn

Jinekê di nav 3 mehan de du zarok anîn

PeyamaKurd – Li Kazaxistanê jinekê piştî ku zarokeke keç anî bi 3 mehan vê carê jî zarokeke kur anî dinyayê.

Wezareta Tenduristiyê ya Kazaxistanê ragihandin ku ev rewşeke kêm tê dîtin e û da zanîn ku bi wê jina ku di nav 3 mehan de du zarok anîne re de, du malzarok hene.

Bûyera li bajarê Uralsk ê rojavayê Kazaxistanê pêk hatiye jina bi navê Lilia Konolvalova ya 29 salî, 24ê Gulanê zarokeke keçik aniye dinyayê û piştre jî bi qasî 3 meh derbas bûne û vê carê jî zarokeke kur aniye dinyayê.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Kazaxistanê bûyereke wiha serê 50 milyon kesan carekê tê dîtin ku ew jî ji ber hebûna du malzarokan pêk tê.

Hat diyarkirin ku herdu malzarokên jinê cuda cuda kar dikin û lewra jî zarok bi awayekî serbixwe têne çêdibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin