PeyamaKurd – Li Sûdanê li eyaletên Nîl a Sipî û eyaleta Nehra Nîlê gelek baran bariya û bû sedema rabûna lehiyê. Rêvebir ragihandin ku di lehiyê de 51 kes mirine û 24 kes birîndar bûne.
Hukumeta eyaleta Nehra Nîlê ragihand ku rêyên eyaletê bi eyaletên din ve girêdide, ji ber lehiyê zerarê dîtine. Berdevkê konseya ewlehiya sîvîl ya Sûdanê tûxgeneral Abdulcelîl Abdulrahîm ragihand ku ji ber lehiyê ji 5.345 xaniyan 2.845 xanî qismen hilweşiyane û 16 tesîsên hukumetê bi temamî hilweşiyane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin