PeyamaKurd - Makwan Emîrxanî yê lîstikvanê werzişên lêdanê (MMA) yê ji Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ji Kurdan piştgirî xwest.
Makwan Emîrxanî ji bo ku bikaribe di şampiyoniyên kupayên cîhanî de berdewam bike, li ser hesabê xwe yê Instagram û Facebookê bi Kurdî daxwaza alîkariyê kir.
Emîrxanî demeke dirêj e li Fînlandayê dijî û di lîstikan de alayên Kurdistanê û Fînlandayê bilind dike.
Makwan Emîrxanî ku bi navê Mr. Finland tê nasîn lînkek belav kiriye û daxwaza dengdanê ji bo xwe û Hafeni Nafuka dike.
Di nav lîstikvanên ku navên wan hene de Vladimir Lengal, Atilla Korkmaz, Marcel Grabinski, Hafeni Nafuka, Matous Kohout, Milos Janicic û Lukasz Rajewski cih digirin.
Makwan Emîrxanî di parvekirina xwe de wiha got: “Ger hûn dixwazin ez wekî kurekî Kurd di kupayên cîhanî de berdewam bikim, ji kerema xwe re bi dengdana online ya di lînka jêr de ji min re bibin alîkar. Spas, birayê we Makwan Emîrxanî. Berê lînkê veke https://tipsportgamechanger.com/en/ Min Makwan û Nafuke hilbijêre. Email a xwe binivîse, bersiva rast a wêneyan hilbijêre û dengê xwe bide. Piştgiriya we cihê serbilindiyê ye. Ji kerema xwe re ji bo ku gelek kes beşdar bibin hevalên xwe tag bikin. Gelekî spasiya we dikim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin