Li bajarê Xarpêtê civandina pincara sekir destpêkir

Li bajarê Xarpêtê civandina pincara sekir destpêkir

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li seranserê bajêr, cotyar dest bi civandina koka pincara şekir kirin. Cotyarên bajêr îsal li ser 37 hezar donumî çandiniya xwe kiribûn. Li gor sala borî bereketa pincarê zêde ye lê miqdarê şekirê tê de kêm e.

Kirîna pincara şekir ji aliyê fabrika şekir ya Xarpêtê de, dê bê kirin û niha fabrîka amade ye ku dest bi kirînê bike. Cotyar serê siba zû bi traktor û alavan pincarê didin hev û dibin fabrîkê. Tevî bereketa îsal başe jî, ji ber guherîna hewayê şekirê di nav de kêm e.

Fabrîka şekir ya Xarpêtê di demsala 2024-2025an de wê ji Xarpêtê, Dêrsim û Diyarbekirê ji 91 gundan pincarê bikire ku 1.807 cotyar çandiniya wê kirine. Bende ne ku ji 41.630 donumî 230 hezar ton pincarê bidest bixin.

Wê ji 230 hezar tonî, 30 hezar û sed ton şekir bi dest bixin. 9 hezar ton melas û 63 hezar ton pixsa pincarê bi dest bixin ku zivistanê wekî alif didin heywanan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin