Serok Barzanî ji bo PDK-Sê peyama serxwesiyê wesand

Serok Barzanî ji bo PDK-Sê peyama serxwesiyê wesand

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawiyê ya Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Mihemed Emîn Ebas (Bavê Mizgîn) peyameke serxweşiyê arasteyî PDK-Sê kir.

Bi helkefta koça dawî ya Mihmemed Emîn Ebas Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê / Suriye, Serok Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkêşî serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê / Suriye kir. Ev jî naveroka wê ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo xuşk û birayên li serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê / Suriye

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Kek Mihemed Emîn Husên Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê / Suriye gihîşt me.

Xwedê jêrazî hemû jiyana xwe bi navê bi destxistina maf û azadiya gelê welatê xwe terxan kiribû.

Di demekê de ku sersaxiyê li we yên birêz û tevahiya kadîrên partiya we yên têkoşer û nas û kesûkarê xwedê jêrazî dikim. Xwe bi hevbeşê xema we dizanim û ji xwedayê mezin hêvîdar im giyanê xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyekî bibexşe.”

Şeva bûrî Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Mihemed Emîn Ebas (Bavê Mizgîn) li nexweşxaneyeke Duhokê bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin