PeyamaKurd - Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) êrîşên artêşa Tirkiyê û komên çekdar girêdayê wê, li ser Eyn Îsayê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku bi gavên praktîkî rê li ber êrîşên Tirkiyê û çekdaran bigirin.
Nûnerên partiyên PYNKê li bajarê Qamişlo îro 21ê Kanûnê bi civîneke rojnamevanî êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar şermezar kirin û ragihand, ji dawiya Mijdara borî ve, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar bi armanca dagîrkirina nahiya Eyn Îsa, wê bi çekên giran topbaran dikin.
Di daxuyaniya PYNKê de hat diyarkirin: “Ev êrîş wê yekê tekez dike ku Tirkiye pabendî ti rêkeftin û hevtêgihîştinên agirbestê nabe. Bi vê yekê re jî, pirs li ser çarenivîsa hevtêgihîştinên Amerîka – Tirkiye û Rûsya – Tirkiyê tê kirin. Ji dema ragihandina agirbestê ve, Tirkiye êrîşên xwe li ser bakurê rojhilatê Sûriyê ranewstandine.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat, “Em baş dizanin ku armanca Tirkiyê ji van êrîşan ew e, herêmine din li bakur û rojhilatê Sûriyê dagîr bike. Di vê rewşê de jî, pêwîst dike ku civaka navdewletî destêwerdanê bike, da ku rê li ber wê yekê bigire û sînorekê ji Tirkiyê re deyne.”
Partiyên PYNKê dibêjin: “Rêgiriya li êrîşên Tirkiyê divê ne tenê bi riya daxuyaniyên şermezarkirinê re bin, belkû divê civaka navdewletî helwesteke yekalîker û bi bandor bistîne û gavên praktîkî li ser erdê bavêje, bi taybet li hember tawanên ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li herêmên dagîr kirine dibin, wek tawanên kuştin, revandin, koçkirin, guhartina demografî û qirkirina netewî.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin: “Em wek partiyên PYNKê êrîşa Tikriyê li ser Eyn Îsa û gundên şermezar dikin. Di heman demê de jî baweriya me bi wê yekê heye ku pêkhateyên deverê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dikarin rûbirûyî her êrîşeke dijminane bibin û berevaniya rewa li xwe bikin. Herwiha bang li civaka navdewletî dikin ku bi praktîkî tevbigere û sînorekê ji dagîrkeriya Erdogan re deynin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin