PeyamaKurd - Wezîra Keştûkal (Çandinî û Avê) a Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî piştî civîna li Bexdayê ya bi hemkarê xwe re ragihand, wan li ser pêkanîna komîteyeke bilind a çareserkirina pirsgirêkan li hev kiriye.
Wezîra Keştûkal a Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî got ku wan bi Wezîrê Keştûkal ê Iraqê re derbarê pêkanîna komîteyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên din de li hev kiriye û wan daxwaz kiriye, bi yek çavî li cotkaran bê nerîn.
Herwiha Wezîrê Keştûkal ê Iraqê derbarê destkeftên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê de ragihandiye ku divê Wezareta Bazirganiyê bi vî karî rabe, lewra ji aliyê wan ve ti pirsgirêkek di navbera cotkarên Iraqê de nîne.
Hêjayî bibîrxistinê ye hikûmeta Iraqê hîn pereyên 3 salan ên genimê cotkarên Herêma Kurdistanê nedane û 557 milyar dînar deyndarê cotkaran e.
Rêveberiya Bexdayê dibêje, ew amade ye tenê 250 milyar dînaran bişîne û cotkar û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî vê yekê qebûl nake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin