PeyamaKurd- Yekîtiya Awrûpayê ragihand ku eger Amerîka erebeyên ku ji Yekîtiya Awrûpayê dikire, ji wan re baca gumrukê zêde deyne, wê Yekîtiya Awrûpa jî bo bihayê 294 mîlyar dolarî baca gumrikê ji malên Amerîka re deyne.
Mijar ji bidestxistina nameya ji Komîsyona Awrûpayê ku bo Wezareta Bazirganî ya Amerîka re şand, derket holê. Name ket ser çapemeniya dinyayê.
Di nameyê de tê gotin ku baca gumrikê ji aliyê Amerîka de, bo erebe û perçeyên wan, îlawe gumrik danîye û ti vate ji wan re nîne. Li gor ceribandinên gumrika hesinê pola û alûmînyûmê, li gor lêkolîna pêş hatiye kirin, eger Yekîtiya Awrûpa baca %25 deyne ser erebe û perçeyên ku ji Amerîka dikire, wê di encamê de, karibe tedbîrên bi miqdarê 294 mîlyar dolarî deyne.
Wê di encamê de baca gumriyê li ser aboriya Amerîkayê bi miqdarê 13-14 mîlyar dolarî, bi neyînî bandorê bike. Di nameyê de har gotin ku çêkerên otomobîlan yên Awrûpayê ku li Amerîkayê 2.9 mîlyon erebe çêdikin, ev jimare li gor hilberîna temamê Amerîkayê dike %26 ê wê û bo sed hezaran kesan îş temîn dike.
Name weka hişyariyê bo wezareta Bazirganî ya Amerîkayê hatiye şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin