Mesrur Barzanî 45 saliya YNKê pîroz kir û daxwaza hevkariyê kir

Mesrur Barzanî 45 saliya YNKê pîroz kir û daxwaza hevkariyê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 45emîn salvegera damezirandina Yekîtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) peyameke pîrozbahîyê pêşkeşî YNKê kir.

Mesrur Barzanî di peyama xwe de got, "Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê hevbeşeke girîng û serekî ye di hikumeta Herêma Kurdistanê de û hêvîdarim bi hev re li gel Bizava Gorranê û tevaya alîyên sîyasî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê hevaheng û hevkar bin, ji bo berevanîkirina ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê û borandina vê rewşa niha ya dijwar, bi rêya piştevanîkirinê ji karnameya hikumeta Herêmê û encamdan proseya çaksazîyê ku daxwaz û xwesteka tevaya alîyan û hemwelatîyan e."

Peyama Mesrur Barzanî:

Peyamê pîrozbahî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê bo boneya salvegera damezirandina Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê.

Bi boneya 45 salvegera damezirandina Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê, pîrozbahîyê li serkirdatî tevaya endam û alîgirên YNKyê dikim û hêvîya serkevtinê bo wan dixwazim.

Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê hevbeşekê girîng û serekîye di hikumeta Herêma Kurdistanê de û hêvîdarim bi hev re li gel Bizava Gorranê û tevaya alîyên sîyasî û pêkhateyên Herêma Kurdistanê hevaheng û hevkar bin ji bo berevanîkirinê ji mafên destûrîyên Herêma Kurdistanê û burandina evê pergala niha ya dijwar, bi rêya piştîvanîkirinê ji karnameya hikumeta Herêmê û encamdan piroseya çaksazîyê ku daxwaz û xwesteka tevaya alîyan û hevwelatîyan e.

Mesrûr Barzanî

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê

31/5/2020

PDKê pîrozbahî li YNKê kir: Divê ji bo yekrêziyê ...

Nêçîrvan Barzanî 45 saliya YNKê bi peyamekê pîroz kir

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin