Bangewaziya Baydemir bi erênî hat pêswazîkirin

Bangewaziya Baydemir bi erênî hat pêswazîkirin

PeyamaKurd - Di dema serdana hikûmeta Kurdistanê de parlamenterê Riha yê HDPê Osman Baydemir bi awayekî vekirî gotibû ku ewil dixwazin bi partiyên Kurd re tifaqê deynin. 

Gotinên Baydemir di nav partiyên Kurd de hat nirxandin û bi erênî hat pêşwazîkirin. Axaftina Baydemir di nav hezkerên HDPê de bû sedema kêfxweşiyê, hin siyasetmedarên ku ji Rûdawê re axivîn jî, banga tifaqa siyasî kirin.

Endamê Meclîsa HDPê Diyadîn Firat got: "Axaftina birêz Baydemir hinekî bi derengî ket bi ya min, tevî hertiştî axaftinek di cih de ye. Li pêşiya Tirkiyeyê 3 hilbijartinên girîng henin. Divê partiyên siyasî tercîh û siyaseta xwe eşkere bikin."

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Alaaddin Aras gotinên Baydemir wek gotinên rast nirxand û balkişand ser ku, "dibe fikra min û ya partiya min cuda bin, ya girîng ew e, partiya wî destûrê dide gelo?"

HAK-PARa ku ji aliyekî bo beşdarbûna hilbijartinên Tirkiyeyê dixebite, di mijara tifaqê de deriyên xwe negirt.

Serokê HAK-PARê Refik Karakoç ji Rûdawê re ragihand ku, "Karê me yê ewil beşdarbûna hilbijartinan e, em niha ji bo vê dixebitin. Piştre em dikarin bi partî, terefgir û civatên kurdistanî re hevdîtinan pêk bînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin