PeyamaKurd – Li ser felaketa Helene ya li DYAyê ku bi taybetî bandorê zêde li eyaleta North Carolinaye kiriye û hêjî dike, serokê DYAyê Joe Biden fermanê da ku hezar leşker herin eyaletê û pêdiviyên pêwist bigihînin eyaletê.
Koşka Sipî li ser fermana Biden ya şandina hezar leşkeran daxwuyaniya nivîskî da û got:
“Wê ev leşker, ji bo deverên North Carolinayê ku hêj kes xwe negihandiye wan deveran, wê derman, xida û av an ku pêdiviyên heyatî zûtir bigihînin deveran.”
Biden, wê here eyaletên ku li wan felaketa Helene çêbûye yên wekî North Carolina (Carolina Bakûr) û South Carolina (Carolina Başûr)yê. Wê li eyaletan seredana xelkê bike û here ciyên ku li wan xesar çêbûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin