Li Meletiyê jî erdhej pêk hat

Li Meletiyê jî erdhej pêk hat

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li navçeya Arxayê ya parêzgeha Meletiyê ya bakurê Kurdistanê erdhejek pêk hatiye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku hêza erdhejê 4,0 bûye.

Li gorî agahiyên AFADê, erdhejê saet 12:02yan rû daye û kûrahiya wê 10,31 kîlometre bûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşa Bakurê Kurdistanê rojane erdhejên paşekî çêdibin.

Doh jî li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewligê ya bakurê Kurdistanê erd hejiyabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin