Li Sariyerê karsazê Mûsewî hat kustin

Li Sariyerê karsazê Mûsewî hat kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Sarıyerê li taxa Daruşafakayê di nav sîtekî de, di nav erêbê de kesekî bê hereket dîtin. Xelkê sîtê polîs û tîmên tendursitiyê ji bûyerê agahdar kirin. Dema tîm çûn ciyê bûyerê, dîtin ku ew kes jiyana xwe ji dest date. Ji bo sedema mirinê bizanibin, cenaze birin morga tib a edlî ji bo otopsiyê.

Di lêkolînan de derket ku kesê can daye yê bi navê İzel Bardavit (47) e. 2 zarokên İzel Bardavit hene, ew bi xwe Mûsewiye û karê tûrîzmê dike.

Lêpirsîna di derbarê mirina Bardavit de ji aliyê polîs de dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin