Pompeo serdana Yûnanistanê dike û çend peymanan îmze dike

Pompeo serdana Yûnanistanê dike û çend peymanan îmze dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, hefteya pêşiya me serdana Yûnanistanê dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Pompeo wê di navbera 27ê Îlonê û 2yê Cotmehê de here Yûnanistan, Îtalya, Vatîkan û Xirvatistanê.

Wê Pompeo li Yûnanistanê bi serokwezîrê Yûnan Kyriakos Mitsotakis û wezîrê derve Nikos Dendias re bicive.

Wezaretê daye xuyakirin ku wê di serdana Pompeo de helwesta Amerîka ya ji bo aştî û aramîya li rojhilatê Derya Spî were nû kirin û pêwendîyên Washington û Atînayê werin pîroz kirin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku wê Pompeo serdana Selanîk û Gîrîtê jî bike û li wir peymanên ser teknolojî û zanistê bi aliyê Yûnan re îmze bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin