Netenyahû li ber xelkê derziya koronayê li xwe da

Netenyahû li ber xelkê derziya koronayê li xwe da

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû nêzî Tel Avîvê li bajarê Ramat Ganê li navenda Tenduristiyê ya Şebayê di weşana zindî de aşiya ku fîrmayên Pfizer û BioNTech ê hilberandibû li xwe xist û di peyde li wezîrê tenduristiyê Edelstein xistin.

Netenyahû got ku wê di dawiya vê mehê de bi mîlyonan aşi here Îsraîlê. Netenyahû bang kir ku temamê Îsraîliyan xwe aşi bikin û weha dewam kir:

“Bo ez we teşwîq bikim û bibim mînak, aşiya ewilî min li xwe da û di pey de min xwest ku li wezîrê tenduristiyê li Yuli Edelstein bê xistin.”

Rêvebiriya Îsraîlê bi şîrketên Pfizer û BioNTech ê re li ser kirîna 8 mîlyon aşiya Kovid-19 ê lihev kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin