PeyamaKurd – DEAŞ ê li bajarê Selahaddînê li navçeya Şirgatê bombeya ku ji aliyê DEAŞ ê de hatibû çandin hat teqandin û cotyarekî jiyana xwe ji dest da. 2 kesên ku ji aliyê DEAŞ ê de hatibûn revandin cesedên wan hatin dîtin.
Li gor ragihandina rêvebiriya polîsê Selahaddînê teqemeniya ku berê hatibû çandin ji aliyê DEAŞ ê de hat teqandin û cotyarekî can da.
Li navçeya Şirgatê 2 kesên ku ji aliyê DEAŞ ê hatin revandin, piştî 3 sietan cesedên wan li derveyê navçeyê hat dîtin.
Piştî bûyerê ji hêzên asayîşê gelek kes ji asayîşê bo ciyê bûyerê hatin sewqkirin û operasyonê dan destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin