PeyamaKurd- Sendîka Rojnamevanan ya Kurdistanê ragihand ku hêzên ewlehiyê li Kerkûkê nahêlin ku rojnamevan û medya, xwe nêzî zeviyên ku dişewitin bikin. Serokê beşa Kerkûkê ya sendika rojnamevanan Mehdî Ziryan bo BasNewsê ragihandiye ku rêvebiriya Kerkûkê rêvebiriyeka serbazî û leşkeriye, ne sîvîl û siyasiye.
Ziryan gotiye ku mînakekî duhî qewimiye û tîma K24 ê li devera Daqûqê xwestiye ku şewata zeviyan bişopîne lê hêzên ewlehiyê nehiştine û di ser de li wan heqaretê kirine. Rêvebir naxwazin kes zilma li ser Kurda bizanibe. Zeviyên ku şewitîne jî yên Kurdên Feylî ne.
Serokê şaxa sendika rojnamevanan ya Kerkûkê daxwaz ji hukumeta Kurdistanê kiriye ku mijarê bibin Bexdayê û li wê derê çareser bikin. Sendîka li xebatkarên xwe şîret dike ku haya wan ji wan hebe da tiştekî neye serê wan ji berk u jiyana wan dix etere de ye.
Sala borî jî li Kerkûkê û der û dora wê biz anîn agir bi dexlê xelkê xistibûn da xelk feqîr bikeve û dev ji erdê xwe berde da rêvebir li wê derê Ereban bicîh bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin