Yehya Resûl: Hevahengiya me ya leskerî û îstixbarî bi Pêsmerge re heye

Yehya Resûl: Hevahengiya me ya leskerî û îstixbarî bi Pêsmerge re heye

PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê Lîwa Yehya Resûl ragihand ku ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê hevahengiya wan a leşkerî û îstîxbaratî bi Herêma Kurdistanê re heye.

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ragihandibû ku tevî civînên meha Tîrmehê jî hin ti rêkeftineke hevkariya ligel artêşa Iraqê nehatiye îmzekirin.

Lîwa Yehya Resûl îro 9ê Tebaxê ji rojnameya Sebah a Iraqî re got: “Derbarê hevahengî bo operasyonên serbazî yên hevbeş li çend navçeyan ku çekdarên DAIŞa terorîst lê hene, civîn û jihevfamkirina emnî di navbera Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Hêzên Zêrevaniya Sînor ên Herêma Kurdistanê de heye.”

Yehya Resûl wiha axivîye: “Zanyariyên îstîxbaratî bo rûbirûbûna teror û gefa emnî ligel Pêşmergeyan bi hev diguherin, bi taybetî bo kontrolkirina sînorê Iraqê ligel welatan û rêgirtina hatina terorîstan li navçeyên Diyale, Xaneqîn, Kerkûk û navçeyên din ku DAIŞ li wan çalak e, ligel tijekirina valahiya emnî li çend bajaran.”

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê bal kişandiye ser ku ew ligel Herêma Kurdistanê rêkeftin e ji bo pêkanîna nevenda hevahengiya hevbeş di navbera Fermandariya Operasyonan û Hêzên Ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê de ku efserên herdu aliyan tê de cih digrin ji bo hevahengî, pevguhertina zanyariyên îstîxbaratî û çavdêrîkirina şaneyên DAIŞa terorîst.”

Li aliyê din Sekreterê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer jî doh berevajî gotinên Yehya Resûl ragihandibû ku hîn rêkeftina derbarê damezrandina odeya hevahengî û çawahiya hevahengiyê di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de tevî ku ji Tîrmehê ve du caran ligel Wezareta Berevaniyê ya Iraqê civiyane jî  û heta niha rêkeftin nehatiye îmzekirin.

Yawer herwiha gotibû, ji ber wê jî li Xaneqîn û navçeyên din hevahengî di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de ti hevahengiyek nîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin