‘Divê parezerên Ocalan bilez nirxandinên ser hilbijartinê belav bikin’

‘Divê parezerên Ocalan bilez nirxandinên ser hilbijartinê belav bikin’

PeyamaKurd – Nûnerê Enqerê yê rojnameya Sabahê ku nêzîkî AKPê ye Okan Muderrisoglu nirxandinek li ser, "Hilbijêrên Kurd ên Stenbolê ku hevsengiya hilbijartinê biguherînin’ kir û bang li parêzerên Abdullah Ocalan kir ku demildest nirxandinên ser hilbijartinê belav bikin.

Okan Muderrisoglu di beşeke nivîsa xwe ya bi navê, ‘Stenbol…Hilbijêrên esil Kurd’ a îro 20ê Hezîranê de got, "Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demirtaş piştgiriya xwe bo CHPê eşkere kir, lê hîn nayê zanîn bê Îmralî (Ocalan) çi gotiye. Parêzerên ku ji Girava Îmraliyê vedigerin, bêyî ku demê winda bikin divê nirxandinên rojevê parve bikin. Li gor tiştên me bihîstine, bangewaziya wî dê wekî; qet nebe di hilbijartinê de ‘notro bimîne’ be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin