PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê da zanîn, hîç zarokekî Herêma Kurdistanê ji xwendinê bêpar nakin û bi hevkariya rêxistina Brîtanyayê, hewlên cîbîcîkirina sozên xwe bo dabînkirina xwendina zarokên xwedî pêdiviyên taybet.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: ‘‘Di encama karê hevbeş li gel encûmena kultûrî ya Brîtanî (British Council) hewl didin bi karê hevbeş sozên xwe bi cî bikin ji bo dabînkirina kerta xwendinê bo hemû zarokan û her kesekî pêwîstiya wan bi xwendinê heye û ti zarokekî ji xwendinê bêpar nahêlin.’’
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ‘‘Encûmenî Kultûrî ya Brîtanyayê, niha hevkariya wan xwendekarên Kurd dike, yên xwedî pêdiviyên taybet piştî wê rêkeftina îsal hat encamdan.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin