PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Îngîltere bi sedema ku destê wan di kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı de heye, dorpêçê danî ser 20 kesên Erebistana Si’ûdiyê. Di nav wan kesan de yê di wê wextê de cîgirê serokê îstîxbarata Erebistanê bû Ahmed Asiri û nûnerê Velîaht Prens Muhammed Bin Selman yê bi navê Abdûllah el-Kahtanî jî hene.
Di vê mijarê de Îngîltere dixwaze weka qanûna Amerîkayê qanûn çêbike ku kesên îhlala mafên mirovan yên zêde bi giran dikin, dê di hedefa wan de bin. Niha di lîsteyê de navên 49 kesan heye û dê di wextê pêşiya me de, wê nav zêdetir bibin.
Kesên ku dorpêçan danîne ser wan, nikarin herin Îngîltere, nikarin di ser bankayên wan de karên xwe bimeşînin û nikarin di ser aboriya Îngîltere de pere an tişteka dinê qazanc bikin. Îngîltere ji welatan bêhtir rêxistin û kesan dixe lîste ya dorpêçan.
Di nav lîsta dorpêça Îngîltere de, 25 Rûs ên ku destên wan di kuştina pisporê bacê Sergei Magnitsky de hene û 20 Si’ûdî yên ku destên wan di kuştina Cemal Kaşıkçı de hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin