PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema salvegera 68 em avakiriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê peyamekî pîrozbahiyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de got ku Yekîtiya Jinên Kurdistanê û hemû jinên Kurdan di têkoşîna azadiya Kurdistanê de keda wan heye. Barzanî sekreterê Yekîtiya Jinên Kurdistanê û endamên wê pîroz kir û bo wan serkeftinê xwest.
Barzanî got ku di pêvajoyên cuda yên şoreşan de jin her wext destekê dane pêşmerge, tevlî têkoşîna netewî bûne û ew destekê dide mafê jinan. Mesrûr Barzanî got ku ew rêz digre bo garantîkirina mafên jinan ji aliyê Yekîtiya Jinan de û dewama serkeftina wan xwest.
Barzanî got divê xebatên Yekîtiya Jinan di warê dadwerî, wekhevî, xurtkirina fikra netewî, rakikina şiddetê ji nav civakê û mijarên weka wan de xebata xwe bidin dewamkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin