Li Diyarbekir û Semsûrê 4 xort fetisîn

Li Diyarbekir û Semsûrê 4 xort fetisîn

PeyamaKurd- Li Diyarbekirê û Semsûrê 4 xort fetisîn. Bo xwe hînik bikin li navçeya Erexeniyê ya bi ser Diyarbekirê du xortên bi navên Umut Bozbey û Özkan Aydın ketin ava kanalê û fetisîn. Li ser giliyên mirovên wan tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê her dû cenazeyan birin morga nexweşxaneya dewletê. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Di heman rojê de li bajarê Semsûrê du kesên ku ketin ava Firat û kanala avê ya Samsatê yên bi navên Muhammed Ahmet (10 salî) û Miraç Olur (18 salî) di avê de fetisîn. Muhammed Ahmet kurekî hemwelatiyê Iraqê ye. Miraç Olur jî bi sedema ku kete ava Firatê û tê de fetisî, cenazê wî birin nexweşxane ya dewletê ya Bozhewayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin