PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 3yê Hezîranê li Xurmatûyê li dijî DAIŞê operasyonek hatiye destpêkirin.
Li gorî zanyariyan operasyon li sînorê çend gundên navçeya Dawude ya cihên kurdan ên ser bi Xurmatûyê dest pê kiriye.
Rêveberê qezaya Zînane ku navenda navçeya wan dikeve Dawude Cemal Salih ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku hêzên ewlehiya hikûmeta Iraqê operasyoneke leşkerî li dijî DAIŞê dane destpêkirin ku operasyon li sînorê gundên Tawêrkewe, Şoraw û Pelkane yên navçeya Dawude birêve diçe.
Hat diyarkirin ku Pêşmerge di wê operasyonê de beşdar nebûye.
Hêjayî gotinê ye, ji doh beyaniyê ve hêzên Iraqê li dorûbera Kerkûkê operasyoneke berfireh a bejahî û asmanî li dijî DAIŞê dane destpêkirin ku hîn jî berdewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin