Li Diyarbekir û Mêrdînê du mehan çalakî hatin qedexekirin

Li Diyarbekir û Mêrdînê du mehan çalakî hatin qedexekirin

PeyamaKurd – Ji bo bergirtina belavbûna vîrusa Koronayê, li Diyarbekir û Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, 2 mehan çalakî hatin qedexekirin.

Parêzgarên Diyarbekir û Mêrdînê daxuyanî dan û biryara qedexekirina çalakiyan ragihandin.

Li Diyarbekir û Mêrdînê, di çarçoveya bergirtina belavbûna vîrusa Koronayê, 2 mehan hemû çalakî û mitîngên bi kom hatin qedexekirin. 

Li gor daxuyaniyên Parêzgarên her du bajaran, ji bo parastina berevaniya civakî û rêgirtina li ber belavbûna vîrusa Koronayê, hemû çalakiyên bi kom ku ji aliyê rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşeyî, rêxistinên raya giştî, yekîtî û koperatîfan ve pêk tên, 2 mehan hatin qedexekirin.

Qedexeya Çalakiyan ji do êvarê 02-10-2020an destpê kir û heta bi 02-12-2020an bi dawî dibe. 

Li gel amarên dawî, heta niha li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê 321,512 kes bi Koronayê ketine û ji wê hejmarê jî 8.062 kesan can dane û 282,657 kes jî baş bûne.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin