Wekîlê MHPê: Ez raya xwe nadime Erdogan!

Wekîlê MHPê: Ez raya xwe nadime Erdogan!

PeyamaKurd- Wekîlê Partiya MHPê (Partiya Tevgera Milliyetperwer) yê Stenbolê Alilla Kaya got ku ez raya xwe nadime Serokomar Recep Tayyip Erdogan.

Wekîlê MHPê Atilla Kaya di televîzyoneke Tirkiyê de axivî û daxuyaniyên balkêş dan. Atilla Kaya berî niha gelek caran li dijî biryarên partiya xwe disekinî. Vê carê jî Kaya got ku zilamê ku “Rejîma Yek Kesî” temsîl dike eşkere ye: Recep Tayyip Erdogan! Ji ber vê yekê ez vê qebûl nakim. Di tûra duyem de jî, kî li dijî Erdogan be, ez ê raya xwe bidime wî. Ew kesê ku çapemeniya azad, sîstema parlamenteriyê û cudatiya hêzan diparêze; namzetê min e. Heke Meral Akşener bimîne ez ê raya xwe bidime wê. Heke Muharrem İnce bimîne, ez ê bidime wî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin