PeyamaKurd – Îro 6ê Tebaxê siyasetvanê navdar ê Hizba Demokrat û Rojhilatê Kurdistanê Celîl Gadanî, îro 6ê ji ber vîrusa Koronayê wefat kir. Sekretariya Hizba Demokrata Kurdistanê ragihandiye, Celîl Gadanî hefteyek berê bi vîrusa Koronayê ketibû.
Di derbarê bûyerê sekretariya Hizba Demokrat a Kurdistanê îro li ser malpera fermî ya partiyê daxuyanî belav kir û got, "Celîl Gadanî, ku nêzîkî hefteyekê bû li nexweşxaneyeke Herêma Kurdistanê di beşa lênerîna awarte de tedawiya vîrusa Koronayê didît, îro Pêncşemê koça dawî kir."
Celîl Gadanî sala 1934 li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûbû û sala 1948 bûbû endamê Hizba Demokrat a Kurdistanê. Paşê di serdema Mihemedriza Şah ê Pehlewî de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî hatibû girtin û 13 salan hatibû zindankirin.
Gadanî di girtîgehê de zimanê Ferensî fêr bûbû û di zimanê Ferensî de bawernameya lîseyê ji Zanîngeha Tehranê wergirtibû.
Piştî rûxana hikûmeta paşatiyê li Îranê, Hizba Demokrat a Kurdistanê bi awayekî aşkere dest bi çalakiyên xwe dike û wê demê Celîl Gadanî wek endamê rêberiyê yê partiyê tê hilbijartin û dibe endamê polîtburoya Hizba Demokrat.
Sala 1988 Celîl Gadanî û hejmarek endamên Hizba Demokrat ji partiyê cuda bûn û navê Hizba Demokrat a Kurdistana Îran-Rêberiya Şoreşgêr li xwe kirin û Gadanî bi xwe bû Sekreterê Giştî yê baskê Hizba Demokrat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin