PeyamaKurd - Li bajarê Hewlêrê nivîskar û wergêrê kurd Firat Cewerî hat xelatkirin ku di çil salîya temenê xwe de, 40 pirtûk û 40 hejmarên koveraka kurdî li Swêdê çap û belav kirine.
Rêvberîya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Wezareta Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê di merasîmekê de li bajarê Hewlêrê bi amadebûna parêzgarê Hewlêrê, Cîgirê Wezareta Rewşenbîriyê, Rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî, Hunerî û hejmareka nivîskar û torevanan xelata Qelema Zêrîn bo Firat Cewerî hate bexşîn.
Kurdistan's Ministry of Culture rewards me with a gold pen, I feel just as happy when I received the Swedish Academy Award 2018. The rest of my life I will spend on the Kurdish language and literature.@masoud_barzani @IKRPresident @masrour_barzani @qubadjt pic.twitter.com/HGRB1Mz1rD
— Firat Cewerî (@FCeweri) March 1, 2020
Ew xelat ji bo xebatên di maweyê 40 salan de hatine kirin, bo nivîskar Firat Cewerî hatiye bexşîn. Cewerî di maweyê 40 salana de karîye 40 pertûkên di warê çîrok û romanê de bivîse û wergêrîne.
Di dema birêveçûna merasîma rêzgirtinê de, Firat Cewerî got, “Ev xelat bo min gelek girîng e, min li her derekê cîhanê xelata mezintir jî wergirtiba qasî ev ê xelatê ez dilxweş nedibûm, çimkî ev xelat ji kurdî bo min hat.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin