Gallant: Qonaxa bê ya serê Hizbullahê demeke nêz wê dest pê bike

Gallant: Qonaxa bê ya serê Hizbullahê demeke nêz wê dest pê bike

PeyamaKurd – Wezîrê parastinê yê Îsraîlê, Yoav Gallant got: “Qonaxa bê ya şerê Hizbullahê demeke nêz wê dest pê bike.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê, Yoav Gallant li gel şaredarên bakurê Îsraîlê civiya û daxuyaniyek da. Di daxuyaniya xwe de bal kişand ser îhtimala şerekî bejahî yê li dijî Lubnanê û got: “Qonaxa bê ya şerê Hizbullahê demeke nêz wê dest pê bike.”

Her weha got ku ev qonax wê bandorê li ewlehiyê bike û weha pê de çû: “Em ê bikaribin wê erka xwe bi cih bînin ku şêniyên herêmê li malên wan vegerînin. Em ê vê bikin. Çawa ku berî mehekê min liv ir gotibû ku em ê berê xwe bidin aliyê bakur, niha jî dibêjim ku em ê rewşê biguherînin û bikin şêniyên herêmê li malên xwe vegerin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin