PeyamaKurd – Profesor Dr. Xazî Zêbarî li eyaleta Louisiana ya Amerîkayê ji aliyê kovara “Louisiana Life Magazine” a bi hevkariya kompanyaya “Castle Connolly” ve, wek baştirîn doktorê sala 2021ê yê wê eyaletê hat hilbijartin.
Kovara “Louisiana Life Magazine” li ser bingeha dengdana bijîşkan, Prof. Dr. Xazî Zêbarî wek baştirîn bijîşk ji bo îsal hilbijart ku ew bi awayekî zanistî û pîşeyane kar dike.
Cîger Casim ku bi Prof. Xazî Zêbarî re kar dike li ser Facebookê gotiye: “Wek Kurdekî, koçberekî û nojdarekî, Profesor Xazî Zêbarî cihê şanaziyê ye.”
Casim diyar kiriye, “Hêvî dikin ku çîrokên mîna çîroka Profesor Xazî Zêbarî ji bo nifşên nû yên miletê me bibe handerek ku xetîreya zanînê li ser asta navdewletî hilgirin û berdewamiyê bidin xebata zanist û mirovatiyê.”
Profesor Xezî Zêbarî, Serokê Beşa Neştergerî û Rêveberê Bernameya Bijîşkî ya Xulên Neştergeriyê di “WKHS” de ye û di heman demê de Rêveberê Navenda “John C. McDonald” e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin