Ji KCKê daxuyaniya kustina Diyar Xerîb û 2 gerîlayan: Dê sîxurên vê êrîsê...

Ji KCKê daxuyaniya kustina Diyar Xerîb û 2 gerîlayan: Dê sîxurên vê êrîsê...

PeyamaKurd - Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) piştî ku îro nûçeyên kuştina Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Diyar Xerîb Mihemed di encama êrîşeke esmanî ya balafirên Tirkiyê de belav kir, li ser bûyerê daxuyanî da û piştrast kir, “Diyar Xerîb û du gerîlayên bi navên Devran û Şahîn şehîd bûne.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 5ê Tîrmehê de hêzên ewlehî yên Tirkiyê li herêma Qendilê li dijî wan operasyoneke esmanî pêk anîne. 

Di daxuyaniya KCKê de hat gotin ku ligel Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Diyar Xerîb Mihemed di heman demê de herdu gerîlayên wan ên bi navên Devran û Şahîn têne naskirin jî canê xwe ji dest dane. 

KCKê li ser kuştina hersê kesan diyar kir ku ew ne bûyereke tesadufî ye û got, “Sîxurên ku di vê êrîşê de rola wan hebûye” zû yan dereng dê her bêne cezakirin û “dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ligel hevkar û sîxurên xwe ev êrîşa plankirî” pêk anîye.” 

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê de wiha hatiye gotin: "Di êrîşa 5ê Tîrmehê de ya li Qendîlê endamê me yê Konseya Serokatiya Giştî hevalê Helmet (Diyar Xerîb) tevî hevalên Devran û Şahîn (Abdulkadîr Aslan) ên pê re şehîd bûn. Em şehîdên xwe bi rêz û minet bi bîr tînin. Ji bo bîranîna wan dê têkoşîn bê geşkirin, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk bên afirandin. Sîxurên di vê êrîşê de rola wan hebûn zû yan jî dereng dê bên cezakirin.” 

KCKê da zanîn ku Diyar Xerîb 25 sal in di nav refên PKKê de ye. 

Ajansa fermî ya Tirkiyê AAyê îro ragihandibû ku Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Diyar Xerîb Mihemed di operasyoneke hevbeş a MÎT û artêşa Tirkiyê de hatiye kuştin û gotibû, ev yekem operasyon e ku li baregeha sereke ya PKKê li Qendilê, dijî endamekî konseya rêveber a hatiye pêkanîn. 

Diyar Xerîb Mihemed ku bi navê “Helmet Diyar” tê naskirin, di sala 1973an de li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye û di sala 1992an de beşdarî refên PKKê bûye. Berî niha hevserokê Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê (PÇDK) bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin