PeyamaKurd – Di hevdîtina şanda Amerîkayê û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de, Amerîka û Iraqê li ser rêbaza cîbicîkirina biryarên danûstandinên stratejîk li hev kir.
Şanda Amerîka ya bi seroktiya Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Orgeneral Kenneth McKenzie, li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re civiya.
Nivîsgeha Serokwezîrtiya Iraqê derbarê hevdîtinê de ragihand, di civîna ku Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller jî beşdarî kiriye de, Amerîka û Iraqê li ser rêbaza cîbicîkirina biryarên danûstandinên stratejîk ên gera sêyemîn de li hev kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin