PeyamaKurd – Welatê Kaledonya Nû di nava Okyanûsa Pasîfîkê de li rojhilatê Awûstralya dikeve. Li ser Fransayê tê hesibandin û statuyekî wê yê taybet heye. Li gor peymana navbera wan û Fransayê ya sala 1988 an Kaledonya dikare sê caran referandûma serxwebûnê bike. Di sala 2018 an de cara ewilî referandûm lê hat kirin û xelkê wê %56.7 serxwebûnê red kir. Niha dixwazin car din referandûmê bikin û eger piraniya xelkê referandûmê red bike wê di sala 2022an de karibin cara sêyem referandûmê bikin.
Taybetmendiya Kaledonya Nû ew e ku bi xwezaya xwe gelek xweşe, ji 5 giravan pêk tê û ji %25 ê madena nikelê ya temamê dinyayê li wê derê dertê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin