Di çayxaneya girtî de lihev xistin û yek kesekî birîndar bû

Di çayxaneya girtî de lihev xistin û yek kesekî birîndar bû

PeyamaKurd – Bi sedema di dawiya hefteyê de çayxane girtîne lê her çawa çêbûye di nava çayxanê de du grûb bi sîlihan lihev xistine û kesekî birîndar bûye. Gelek gule li çayxanê ketine. Bûyer li Diyarbekirê li navçeya Yenîşehirê li taxa Şehîtlikê çêbû.

Ewilî her dû grûb bi dev munaqeşe kirin lê paşî munaqeşa wan bû şerê çekan. Di pevçûnê de kesê bi navê Ş.B yê 21 salî birîndar bû. Li ser agahdarkirina polîsan û tîmên tenduristiyê, tîm çûn ciyê bûyerê û birîndar sewqê nexweşxaneya dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî kirin.

Polîs kolanê bo çûnûhatê girt û bo desteserkirina gumanbaran dest bi xebatê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin