PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, di çarçoveya dijîtalkirina xizmetên giştî de, îro 16ê Tîrmehê roja Yekşemê sîstema elektronî ya pasaportê dikeve xizmeta welatiyan.
Sîstema nû ya elektronî rasterast bi Sîstema Pasporta Giştî ya Iraqê ve girêdayî ye û hemû danûstandinên temamkirî rasterast derbasî Sîstema Pasportên Giştî dibin.
Welatiyên ku bixwazin pasaportê derxin yan jî nû bikin, ji bo tenê karta niştimanî û karta zanyariyê pêwîst e.
Li bajarên Herêma Kurdistanê sîstema kevn a pasaportan hatiye rawestandin û ji îro pê ve li gorî amadebûna navendên pasaportan sîstema nû ya elektronî dikeve meriyetê.
Hate diyarkirin ku pasaporta nû pêşketî û bi kalîte ye û rê li ber pasaportên sexte digire ku ti kesek nikare li şûna kesekî din bikar bîne.
Herwiha dê welatî piştî temamkirina belgeyên xwe pasaporta nû di nav rojekê bikarin bistînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin