PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Îranê, cenazeyê bavê aktîvîstê Kurd Ramîn Husên Penahî yê ku sê sal berê ji aliyê Hikûmeta Îranê ve hatibû îdamkirin, revandin.
Bavê aktîvîstê Kurd yê Rojhilatî Ramîn Husên Penahî ku havîna 2018 ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatibû îdamkirin, do li nexweşxaneya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê can da.
Navê bavê Ramîn Husên Penahî, Mîrza Husên Penahî bû û demek dirêj bû li nexweşxanê hatibû razandin.
Malbata Mîrza Husên Penahî, xwestin cenazeyê wî li gundê Qurçiya li nahiya Dêgulan ya bajarê Sine veşêrin, lê hêzên ewlehiyê bi darê zor term ji wan stendin û revandin û dixwestin bi şev veşêrin û nehêlin ti kes beşdarî merasîma veşartin û şîna wî bibe.
Ji ber wê di navbera xelkê gund û hêzên ewlehiyê de alozî derket û hêzên ewlehiyê neçar man cenaze bidin wan, bi vî rengî cenazeyê bavê Ramîn Husên Penahî, li goristan gund hat veşartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin