Ji Amerîka daxuyaniya vekisîna ji Afganistanê

Ji Amerîka daxuyaniya vekisîna ji Afganistanê

PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Amerîkayê Mark Milley, derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Afganistanê de daxuyanî da.

Mark Milley li demeke ku nûçeyên valakirina baregeha asmanî ya Bagram a bakurê paytexta Afganistanê Kabûlê û veguhestina alavên wê bo Pakistanê, li ser vekişîna ji Afganistanê got, vekişîna wan girêdayî kêmkirina tundiyê ye.

Mark Milley diyar kir ku vekişandina qefla dawî ya hêzên Amerîkî, li ser pabendiya Tevgera Talîban a sînorkirina pêkanîna êrîş û avêtina gavên aştiyê digel hikûmeta Afganistanê pêk tê.

Milley got, “Xala bingehîn, bidawîkirina şerê li Afganistanê ye.”

Li gorî bernameya vekişînê, biryar bû hejmara hêzên Amerîkî yên li Afganistanê, beriya dawiya meha Cotmehê daketa 4 hezar û 500 leşkeran.

Lê belê Pentagonê niha vekişîn heta 2021an ragirtiye, da ku çavdêriya çawaniya pêşketina guftûgoyên li Dohayê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin