Li Riha û Amedê 2 malbat bi hev çûn: 2 kes mirin, 17 kes jî birîndar bûn

Li Riha û Amedê 2 malbat bi hev çûn: 2 kes mirin, 17 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li navçeya Pirsûsê ya bajarêRihayê ya Bakurê Kurdistanê, du malbatên ku pismamê hev in, bi çekan bi hev hev û di encama pevçûneke çekdarî de 2 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Şerê pismanan li navçeya Pirsûs a Rihayê bi sedema nakokiyên malbatî û pirsgirêkên aborî di navbera herdu malbatan de derketiye. Li gor zanyariyan, qaşo yek ji aliyan pereyê aliyê din xwariye û nedaye, lewma jî aloziya di navbera wan de veguheriye pevçûnê û çek li hev rakirine.

Di encama teqekirinê de 7 kes ji herdu aliyan birîndar bûne, ku piştre 2 kes ji wan ji ber giranya birînên xwe li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dane.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, beriya niha jî di navbera wan malbatan de nexweşî û alozî hebûne û vê carê jî ji ber pareyê ku li wan bûye, bi çekan rabûne hev û 2 kes ji hev kuştine.

Ji aliyekî din ve, li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê jî di navbera malbatên jin û mêrekê de ku beriya niha hevdu berdane, şer derket û di encamê de 12 kes birîndar bûne, ku rewşa 2 ji wan kesan giran e.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, ew herdu malbat bi çek, kevir û daran li hev xistine û di encamê de 12 kes ji hevdu birîndar kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin