PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê îro 20ê Nîsanê ragihand ku di 24 saetên borî de 1,477 testên koronayê hatin encamadan ku ti haletên nû yên tûşbûnên Covid-19 li Herêma Kurdistanê nehatîye tomarkirin.
Daxuyaniya 20ê Nîsanê ya Wezareta Tenduristiyê wiha ye:
Derbarê nexweşîya Vayrosa Korona ya Nû (KOVID-19) li Herêma Kurdistanê, rêkar berdewam in bi vî awayî:
Hejmara hevwelatîyên di Kerentînan de, (8,325) hevwelatî bûn. Niha tenê (1,501) hevwelatî di kerentînan de man e di (32) cihên cuda de, (426) li Hewlêrê, (176) li Silêmanîyê, (870) li Duhokê û (29) jî li Raperîn. (6,824) hevwelatî ji kerentîneyê derketine û vegerîyane nav malbatên xwe piştî ku dema dû hefteyan di Kerentîneyê de derbaz kirin e. Hejamreka din li 24 demjimêrên burî hatine kerentînekirin ku tevaya hejamara wan (105) Hevwelatî ne.
Di dema 24 demjimêrên burî de, (1,477) pişkinîn hatin encamadan. (544) li Hewlêrê, (360) li Silêmanîyê, (450) li Duhokê, (8) li Helebce, (51) Raperîn û (64) jî li Soran.
Di encam de, ti haletên nû yên tûşbûnên li Herêma Kurdistanê nehatîye tomarkirin
Hejmara tevaya tûşbûyan bi Vayrosa Koronaya Nû (KOVID-19 li Herêma Kurdistanê gehişte (337) kes in, di nav wan de, (4) haletên mirinê hene û (280) nexweş jî çêvebûne û yên din hemû li jêr çavdêrîya pizîşkî ne.
Tevî destxweşîyê bo pizîşik, karmendên Tenduristîyê û tevaya tîmên pizîşkî yên di kar de ne, careka din tika dikîn, hevwelatî bi tî awayekî ji malên xwe nehên derve û pabend bin bi rênimayî yên tenduristîyê. Di dema pêwîst de jî, peywendîyê bi hêla germa hejamre (122) bikin.
Wezareta Tenduristîyê
Hikumeta Herêma Kurdistanê
20-4-2020
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin