PeyamaKurd- Hêzên general Hafter bajarê Benî Welîdê vala kirin û artêşa Lîbyayê ya ku rewa tê qebûlkirin, ket bajêr. Ragihandina bûyerê ji aliyê berdevkê artêşê albay Muhammed Kununu de hat kirin.
Kanunu got ku balafirgeha Benî Welîdê jî ketiye destê artêşê û bi balafirgehê re gelek muhîmmat û teçhîzad jî ketine destê wan. Hêzên Hafter xwe ber bi bajarê Cûrfayê ve didin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin