PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku serokwezîrê raspardî ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, Mistefa Kazimî dê sibê kabîneya xwe pêşkêşî aliyên siyasî bike.
Li gorî medya Iraqê ku xwe dispêrê çavkaniyekî siyasî, nakokiyên li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, tenê li nav şîeyan de mane û sibe Kazimî kabîneya xwe pêşkêşî aliyên siyasî dike.
Wê malperê daye zanîn, serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî dê sibê (25.04.20208) endamên kabîneya xwe pêşkêşî aliyên siyasî dike lê beşek ji şîeyan, kandîdên wezaretên neft, elektirîk, pîşesazî, darayî û navxwe qebûl nakin û daxwaza guhertina wan dikin.
Di kabîneya nû ya Iraqê de sê wezîrên Kurd hene: Fuad Husên dibe wezîrê darayî (li ser posta xwe dimîne), ji Xalid Şivanî û Rizgar Mihemed yek dibe wezîrê dad û Rêzan Mihemed jî dibe wezîrê bajarvaniyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin