Li Iraqê 88 kes bi vîrusa korona ketin, 2 kesan jî can da

Li Iraqê 88 kes bi vîrusa korona ketin, 2 kesan jî can da

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristîya Iraqê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 88 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 2 kesan jî can daye.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristîya Iraqê de hat gotin, di 24 demjimêrên borî de 88 kesên din li Iraqê tûşî vîrusa koronayê bûne: Li Bexda (66) kes, li Besra (8) kes, li Mîsan (11) kes, li Dîyala (1) kes û li Zîqar jî (2) kes.

Herwiha hat diyarkirin ku di 24 demjimêrên borî de 2 kesan bi sedema nexweşiya koronayê can daye.

Li gorî daxuyaniyê li bajarê Bexdayê 23 kes bi temamî baş bûne.

Hejmara giştî ya nexweşên koronayê li Iraqê gihîştiyee 2,767 kesan, 108 kesan can daye, 1,734 kes baş bûne 924 kes jî hîn li nexweşxaneyan dimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin