Tankera petrolê teqiya: 7 mirî û 40 birîndar

Tankera petrolê teqiya: 7 mirî û 40 birîndar

PeyamaKurd- Li welatê Kolombiyayê li peravên Karayîbê tankêra petrolê qeza kir û qelibî. Bi qelibandinê re tanker teqiya. Di encamê de 7 kes mirin û 40 kes birîndar bûn. Polîsê Kolombiyayê ragihand ku dema ajotvan tankêrê ajotiye di xew de çiye.

Di dema ku tanker qelibiyê, hinek kes hewl dane ku ajotvan rizgar bikin lê hinek kes jî di destên wan de alav hebûne û ji tankêrê petrolê tijedikirin. Sedema ku birîndar û mirî zêde ne, ew kesên ku hatine petrolê bidizin. Li ser bûyerê şaredarê bajarê Pueblo Viejo yê Fabian Obispo weha got:

“Ev trajediye. Niha gelek malbat nizanin bê zarokên wan li ku derê ne.”

Serokê dewletê Ivn Duque jî di derbarê bûyerê de weha got:

“Ev hal ciyê xemgîniyê ye. Em niha analîza sedeman dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin