Li navçeyên Rihayê 136 mal hatin karantînekirin

Li navçeyên Rihayê 136 mal hatin karantînekirin

PeyamaKurd – Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya tedbîrên vîrusa koronayê de 139 mal hatin karantînekirin.

Walîtiya Rihayê ragihand ku li navenda bajêr û li navçeyan testa Covid-19 a hinek kesan pozîtîf  derketiye û li ser vê yekê jî ji aliyê Lijneya Parastina Tenduristiya Giştî ya Parêzgehê biryarên nû hatine wergirtin.

Li gorî biryaran li navçeya Xeliliyeyê 48, li Karakopruyê 43, li Eyubiyeyê 24, li Wêranşarê 9, li Bîrecîkê 7, li Sirûcê 3, li Siwêreg û Serê Kaniyê her yek 2 mal û li Kaniya Xezalan jî malek hatine karantînekirin.

Herwiha hat ragihandin ku karantîneya li ser 20 malên bajêr jî bidawî hatiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin