Ji Asayîsa Rojava bangewazî û hisyariya îstixbarata Tirk li xelkê herêmê

Ji Asayîsa Rojava bangewazî û hisyariya îstixbarata Tirk li xelkê herêmê

PeyamaKurd - Hêzên Asayîşê têkildarî sîxuran bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku li dijî polîtîkayên MÎTa Tirk hişyar bin û bi hêzên Asayîşê re alîkar bin. 

Berdevkê Asayîşa herêma Firatê Kawa Hemo derbarê hewldanên îstîxbarata Tirkiyê de ragihand ku dewleta Tirk bi rêya malperên civakî, pere û madeyên hişbir, ciwanan dike sîxûr û li dijî civaka wan bi kar tîne.

Hemo bang li xelkê herêmê kir ku, hay ji ajanên îstixbarata Tirkiyê yên li herêmê hebin û bi hêzên Asayîşê re alîkar bin da planên wan pûç bikin.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha hatibû ragihandin ku Hêzên Asayîşê, sîxurê bi navê Serdar Ebdî jî di nav de, di mehên Hezîran û Tîrmehê de piştî şopandinê, toreyek îstixbaratê li bajarên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin.

Li gorî daxuyaniyên asayîşê, ev tore, agahiyên girêdayî xalên ewlehiyê digihîne îstixbarata Tirkiyê û madeyên hişbir di nava ciwanan de belav dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin